Emîrê DAIŞê Ebû Îshaq El Tunisî hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259890-emîrê_daiŞê_ebû_Îshaq_el_tunisî_hat_kuştin
Hat ragihandin ku emîrê DAIŞê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe ve li Mûsilê hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2017 04:57 Asia/Tehran
  • Emîrê DAIŞê Ebû Îshaq El Tunisî hat kuştin

Hat ragihandin ku emîrê DAIŞê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe ve li Mûsilê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina Sputnîkê ji zarê çavkaniyên nûçeyan li Iraqê, emîrê DAIŞê yê bi navê Îshaq El Tunisî bi 4 cîgirên xwe ve li Mûsilê bi destê hêzên federal ên Iraqê ve hatin kuştin.

Fermandariya polîsên federal a Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di çarçoveya operasyonên rizgarkirina bajarê Mûsilê de berpirsê firqeya Hûfat û emîrê rêxistinê Ebû Ishaq El-Tûnsî li gel 4 cîgirên xwe li taxa Aboriyan hatin kuştin.

Herwiha Polîsên Fedral çeperên xwe yên pêşîn li navçeya Bab El-Tub, Hafet El-Nehir û Bab El-Bîd û Bab Cedîd bi çekên giran bihêzkirin.