DAIŞ`ê xortên iraqî li ber çavên malbatên wan kuştin
Nîsan 30, 2017 03:21 Asia/Tehran
Koma têrorîst a DAIŞ`ê wek dawîn karê xwe yê nemirovane, bi dehan xort li ber çavên malbatên wan li Mûsilê îdam kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, têrorîstên koma DAIŞ`ê cinayeteke nû li rojavaya bajarê Mûsilê pêk anîn.
DAIŞ`ê li taxa El Islah El Zeraî li rojavaya Mûsilê, bi dehan kes ji ciwanên vê taxê li ber çavên malabatên wan îdam kirin.
Pirraniya van xortan ji eşîra El Cibûrê li Iraqê bûn.
DAIŞ`ê ev kesana ji ber hewildana rûniştiyên vê taxê ji bo revîna ji deverên bin serdestiya vê komê û çûyîna ber bi taxên bin kontrola hêzên iraqî va, îdam kirin.