Bi dehan terorîst li Mûsila Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259782-bi_dehan_terorîst_li_mûsila_iraqê_hatin_kuştin
Di encama êrişa balafirên bêfirokevan ên polîsê federal ê Iraqê ser endamên DAIŞ`ê li nêzîkî minareya El Hedbayê li Mûsilê de, bi dehan terorîst hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2017 14:08 Asia/Tehran
  • Bi dehan terorîst li Mûsila Iraqê hatin kuştin

Di encama êrişa balafirên bêfirokevan ên polîsê federal ê Iraqê ser endamên DAIŞ`ê li nêzîkî minareya El Hedbayê li Mûsilê de, bi dehan terorîst hatin kuştin.

Li gorî rapoa AL ALAM`ê ji zarê Raêd Şakir Cewdet, fermandeyê polîsê Iraqê, hin yekîneyên polîsê federal ê vî welatî bi pêşveçûna ber bi mizgevta camêi a El Nûrî li Mûsilê, êriş birin ser pêgeh û bargehên terorîstên DAIŞ`ê li nêzîkî minareya El Hedbayê. Di encama vê êrişê de herîkêm 30 terorîst hatin kuştin û 12 tank û sitargehên terorîstan jî hatin rûxandin.

Çavkaniyeka ewlehiyê ya Iraqê jî ji birîndarbûna sê hêzên Heşdi Şeibî bi dû teqîna  avahiya bombekirî ya li navçeya El Şowre li başûra Mûsilê agahî da.

Li gorî nûçeyeka din, Xêrî Bozanî, berpirsê karûbarên kîmîneya olî ya Êzîdî li Iraqê, ragihand ku 36 Êzidî ku di nava wan de 26 zarok jî hebûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê ji destê koma terorîst a DAIŞ`ê hatine azadkirin.

Li gorî ragihandina nivîsgeha kêmîneyên Êzidî yên revandî, ji destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê li 17`ê Cotmeha 2016`an ve heya niha, du hezar û 900 kêmîneyên Êzidî ji destê koma terorîst a DAIŞ`ê hatine azadkirin û hîn sê hezar kes di destê vê koma terorîst de dîl in.