Heyder Ebadî: Kurd di dereceya yekem da welatîyên iraqî ne
Serokwezîrê Iraqê li bara birêketina pevçûnan di navbera kurd û erebên vî welatî da û hewldana jibo birêxistina nakokî û bêtifaqîyê di navbera şîe û suneyan da hişyarî da û pêkutî kir ku kurd di pileya yekem da welatîyên iraqî ne.
Li gorî rapora BAS NEW`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li bara hewldanên jibo birêxistina pevçûnan di navbera kurd û erebên iraqê da hişyarî da û ragihand ku kurd di pileya yekem da welatîyên iraqî tên hesêb.
Serokwezîrê Iraqê li axavtinekê li Mêhrigana Tifaqa Netewî ya Iraqê pêkutî kir ku kempêynek jibo birêxistina pevçûn û nakokîyê di navbera kurd û ereban da heye. Ez ji we kurdan re dibêjim ku hûn destpêkê wek welatîyên din, iraqî ne. Ebadî herwiha got: Ez ji birayên xwe yên şîe re jî dibêjim ku em hemî divê welêt birêve bibin û li hemberî têrorîsmê bisekinin.
Serokwezîrê Iraqê xitabî iraqîyên sune jî got: Hûn hemî iraqî ne û em bi alîkarîya we deverên dagirbûyî ji lepên têorîstan azad dikin lê hin dengên jibo birêxistina bêtifaqîyê tên bihîstin.
Serokwezîrê Iraqê bi pêkutîya ser vê yekê ku hin sîyasetvan ji derewên DIŞ`ê berevanîyê dikin, ji gelê Mûsilê xwest ku li hemberî wan derewan teslîm nebin.
Ebadî herwiha got: Tevî hin destkevtan û tevî yêketîya iraqîyan li şerê dijî DAIŞ`ê, hela jî hin pirsgirêkên mezin hene. Hin kes û alî hewl didin bi saya lêzanînên çewt û şerê rewanî, morala gel lawaz bikin.
Serokwezîrê Iraqê pêkutî kir: DAIŞ derewên xwe bi rêya şebekeyên civakî belav dike û hin sîyasetvan ji derewên hanê berevanîyê dikin. Ez ji gelê Mûsilê re dibêjim ku li hemberî gotegot û derewan teslîm nebin, pêkutîyê dikim ku roja azadîyê nêzîk e.