Li teqîna têrorîstî ya bexdayê, 9 kes hatin kuştin an birîndar bûn
Ji ber teqîna erebeyeke bombekirî li ber navendeke polîs li taxa El Kerradeyê li navenda Bexdayê 4 kes hatin kuştin û pêncs kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora IRNA`yêî, rayedarên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku li teqîna têrorîstî ya êvara îniyê li Bexdayê, her wiha hejmarek erebe ji wan çend erebeyên polîsê vî welatî di nava êgir da şewitîn.
Têrorîstên DAIŞ`ê piştî tûşbûna bi çikestên li pey hev li hemberî hêzên iraqî bi taybet li parêzgeha bakurî ya Nêynewayê, berê xwe dane kuştina welatiyên asayî li bajarên cûrbicûr.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an da bi piştgiriyên malî û leşklerî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebî-navçeyî yên vî welatî bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa li ser Iraqê beşin berfire ji deverên bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî gellek ji navçeyên dagirbûyî azad kirine.