Tawanbarkirina Barzanî û Erdogan bi rêveberiya qaçaxa nifta Iraqê
Nunerê Tevgera Gorranê li parlemana Iraqê got: Serokkomarê Tirkiyê û malbata serokê Herêma Kurdistana Iraqê, rêveberiya qaçaxa niftê dikin.
Li gorî rapora Kurd Pressê û ji zarê malpera Newat`ê ya Iraqê, Hişyar Ebdullah li hevpeyvîna rojnamevaniyê bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye li rêveberiya qaçaxa niftê ya Iraqê alîkariyê dide Herêma Kurdistana Iraqê û got: ``Curek hevhatina şexsî di navbera malbata Mesûd Barzanî û Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê jibo qaçaxa nifta Iraqê jibo 50 salên tê heye``.
Ebdullah ji siyaseta ducûre ya Tirkiyê li hember Iraqê ecêbgirtî ma û got: ``Enqere îdia dike ku daxwaza parastina yekperçetiya erdê Iraqê dike lê tev hin aliyên iraqî jibo parvekirina vî welatî hevkariyê dike û hema wisa çavê xwe kutane serdestiya ser Mûsilê``.
Wî bal kişand ser vê yekê ku gelê Tirkiyê divê li hemberî kiryarên Erdogan ku Tirkiyê ber bi qopiyê ve dikşîne, hişyar bibin û mudaxileya Tirkiyê li Şingalê wekîe mudaxileya Sedam Huseyn li Kuweytê da zanîn.