Tawanbarkirina Barzanî û Erdogan bi rêveberiya qaçaxa nifta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259700-tawanbarkirina_barzanî_û_erdogan_bi_rêveberiya_qaçaxa_nifta_iraqê
Nunerê Tevgera Gorranê li parlemana Iraqê got: Serokkomarê Tirkiyê û malbata serokê Herêma Kurdistana Iraqê, rêveberiya qaçaxa niftê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2017 15:05 Asia/Tehran
  •  Tawanbarkirina Barzanî û Erdogan bi rêveberiya  qaçaxa nifta Iraqê

Nunerê Tevgera Gorranê li parlemana Iraqê got: Serokkomarê Tirkiyê û malbata serokê Herêma Kurdistana Iraqê, rêveberiya qaçaxa niftê dikin.

 Li gorî rapora Kurd Pressê û ji zarê malpera Newat`ê ya Iraqê, Hişyar Ebdullah li hevpeyvîna  rojnamevaniyê bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye li rêveberiya  qaçaxa niftê ya Iraqê alîkariyê dide Herêma Kurdistana Iraqê  û got: ``Curek hevhatina  şexsî di navbera malbata  Mesûd Barzanî û Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê jibo qaçaxa  nifta Iraqê jibo 50 salên  tê heye``.

 Ebdullah  ji siyaseta ducûre ya Tirkiyê li hember Iraqê ecêbgirtî ma û got: ``Enqere îdia dike ku  daxwaza parastina yekperçetiya erdê Iraqê dike lê tev hin aliyên iraqî jibo parvekirina  vî welatî hevkariyê dike û hema wisa çavê xwe kutane serdestiya  ser Mûsilê``.

 Wî bal kişand ser vê yekê ku  gelê Tirkiyê divê li hemberî kiryarên Erdogan ku Tirkiyê ber bi qopiyê ve dikşîne, hişyar bibin  û mudaxileya Tirkiyê li Şingalê wekîe mudaxileya  Sedam Huseyn li Kuweytê da zanîn.