Wezareta karên hundir a Iraqê: Sedî 83 ji bajarê Mûsilê azad bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259622-wezareta_karên_hundir_a_iraqê_sedî_83_ji_bajarê_mûsilê_azad_bûye
Berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku bi azadbûna pişka rojhilatê ya Mûsilê û azadkirina sedî 60 ji pişka rojavayê vî bajarî li ser hev sedî 83 ji bajarê Musilê azad bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2017 14:38 Asia/Tehran
  • Wezareta karên hundir a Iraqê: Sedî 83 ji bajarê Mûsilê azad bûye

Berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku bi azadbûna pişka rojhilatê ya Mûsilê û azadkirina sedî 60 ji pişka rojavayê vî bajarî li ser hev sedî 83 ji bajarê Musilê azad bûye.

Li gor rapora IRIB Newsê, Berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê Sed Meen îro bal kişand ser azadbûna gelek ji gundên devera El-Hezer ya rojavayê Musilê ji bin destê terorîstên DAIŞ`ê û got: Serfermandariya hevpar a operasiyonê ji bo azadkirina her gund û taxekê demeke taybet berçav girtiye, lê belê hin pirsgirêkên wekî xweveşartina terorîstan di nav xelkê sivîl bûye sedem ku ev operasiyona hinekî hêdî pêş vehere.

Mein bal kişand ser bernama hêzên ewlekariyê ji bo parastina canê xelkê sivîl li Mûsilê û got: Wezareta karên hundir ê Iraqê jî ji bo girtina pêşiya bandora bîr û bawerên tundrewî û fanatîk ên terorîstan ser xelkê bi taybet ser ciwanan bi teşkîlatên din ên Iraqê re hevkariyê dike.

Vî rayedarê leşkerî yê Iraqê anî ziman ku rewşa fermandetiya terorîstan piştî şikestên wan bi dû hev li Iraq û Sûriyê aloz û tevlî hev bûye û got: Ev mesela tê vê wateyê ku êdî motoreke plandarêştinê û birêvebirina operasiyonê ji terorîstan re nemaye û ji vê şûnda hebûna serkirdeyek wekî Ebûbekir El-Bexdadî serkirdeyê terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê de cih û şûneke xwe tine.