Guhertinên nû yên ewlekariyê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259618-guhertinên_nû_yên_ewlekariyê_li_iraqê
Çavkaniyên ewlehiyê li Iraqê, ragihandine ku operasiyona azadkirina devera Muteybîceyê li ser sînorê parêzgeha Diyaleyê despê bûye ku di encama vê operasiyonê de 78 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2017 14:12 Asia/Tehran
  • Guhertinên nû yên ewlekariyê li Iraqê

Çavkaniyên ewlehiyê li Iraqê, ragihandine ku operasiyona azadkirina devera Muteybîceyê li ser sînorê parêzgeha Diyaleyê despê bûye ku di encama vê operasiyonê de 78 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Televîziyona Someriya Newsê ragihand ku fermandariya operasiyona Diclê ya Iraqê ragihand: Hêzên Iraqê li çarçova operasiyona azadkirina devera Muteybîceyê û gundên derdorê li ser sînorê du parêzgehên Diyale û Selahedînê 13 pêgehên DAIŞ`ê û kargeheke bombebarkirina trombêlan îmha kirin.

Hêzên iraqî herwiha dest danîn ser 17 kemendên teqandinê û 25 bomb ji kar xistin û şeş makîneyên pargalbûyî bi metraliyuzan û 35 makîneyên bombebarkirî jî îmha kirin.

Li gorî nûçeyeke din Yekîneya Îstixbaratê ya artêşa Iraqê ragihand ku li devera Hawî El-Ezîm a bakurê Beqûbeyê sê makîneyên bombebarkirî yên terorîstan peydakirin û ew ji nav birin.

Fermandariya operasiyona Bexdayê jî diyar kir ku Yekîneya îstixbarat û lêkolînê ya Polîsê navendî ya Iraqê diyar kir ku di encama operasiyonekê li devera Rizwanî li başûrê rojavayê Bexdayê terorîstekî DAIŞ`ê ku xwe bona operasiyoneke terorîstî amadekiribû girtin.

Li vê navberê de hêzên Heşdî Şebî jî bi weşandina daxuyaniyekê bal kişand ser qutkirina riya navbera devera El-Hezer û Raweyê li başûrê Mûsilê û diyar kir: Jomara awareyên vê deverê ku xwe gihandine hêzên Heşdî Şebî digihêje 3 hezar kesan.

Heşdî Şebî duh ragihand ku bajarê kevnar yê El-Hezerê li parêzgeha Neynewayê azad kiriye.