Bi sedan hezar kes li rojava Mûsilê li Iraqê aware bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259416-bi_sedan_hezar_kes_li_rojava_mûsilê_li_iraqê_aware_bûne
Rêxistina NY ragihand ku bi sedan hezar kes li rojava Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê aware bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2017 13:20 Asia/Tehran
  • Bi sedan hezar kes li rojava  Mûsilê li Iraqê aware bûne

Rêxistina NY ragihand ku bi sedan hezar kes li rojava Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê aware bûne.

  Li gorî rapora IRIB newsê, Îstefan Dojarîk berdevkê sekreterê giştî yê Rêxistina NY li civînake rojnamevaniyê li Newyorkê bal kişand ser zêdebûna hejmara awareyên iraqî li rojava Mûsilê ji destpêka  operasyoan eskerî li vî bajarî û got : Zêde ji 376 hezar kes li rojava Mûsilê li Iraqê terka malên xwe dane.

 Artêşa Iraqê piştî azadkirina rojhilata Mûsilê, operasyona jibo azadkirina rojava vî bajarî ji 19 Sibatê destpê kiriye.

 Li gorî ragihandina  NY nêzîkî 600 hezar kesên sivîl li rojava Mûsilê de ne.