Azadiya sedî 70 yê rojava Mûsilê ji lepên terorîstan
Fermandê operasyona hevpar a artêşa Iraqê ragihand ku sedî 70`yê navçên beşa rojava Mûsilê ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatiye derxistin.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Yehya Resûl berdevkê fermandehiya operasyona hevpar li artêşa Iraqê, roja duşemiyê bal kişand ser vê yekê ku hêzên iraqî û balfeirên cengê bi çekên hişmend û bi hêza kavilkeriya sînordar bombebarana meqerên DAIŞ`ê didomînin û ragihand: Sedî 30 yê bajarokên bin dagirkeriya DAIŞê li rojava Mûsilê jî di bin kontrola tam a hêzên Iraqê de ye .
Li gor nûçeyeke din hêzên Heşdê Şebî piştî pêşveçûna 6 kîlometran, bi piştgiriya hewayî ya helîkopteran derbasî nav gundê Tel Helalê li rojava Mûsilê bûne.
Heşdî Şebî li çarçova operasyona xwe ya azadkirina bajarê El-Hezerê û navçên derdora wê li başûrê Mûsilê, gundê Eyn Sedîdê azad kir.
Hêzên Heşdê Şebî herwiha gundê Caf El-Xîlê li başûrê bajarê El-Hezerê jî azad kirin û niha mijûlî paqijkirina wê ji bombe û mayînan e.
Operasyona azadkirina Mûsilê li parêzgeha Neynewayê ji bin lepên DAIŞê ji cotmeha 2016an ser fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî rojhilata Mûsilê azad kirin û rojava Mûsilê jî li ber azadbûnê ye .