Nerezamendiya parlemana Iraqê li hemberî kiryarên bi serê xwe yên Amerîkayê
Kiryarên bi serê xwe yên Amerîkayê li girtina hindek ji endamên derecebilind ên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sînorê Iraqê tev Sûriyê, bûye sebeb ku parlemana Iraqê bi tundî ji vî karê Amerîkayê rexne bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Eskender Wetût endamê komîsiyona ewlehî û berevaniya parlemana Iraqê li Press konferansa xwe ya duh yekşemê got: Eva ku Amerîka hema bi serê xwe û bêyî agehdariya Bexdayê hinek ji endamên derecebilind ên DAIŞ`ê girtine, tê vê wateyê ku Waşîngton hakimiyeta netewî ya Iraqê berçav nagire.
Wetût got: Ew serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku Amerîkayê ewna girtine , agehdariyên girîng li destê wan da hene û diviya ku ewna diketana destê hêzên ewlehiya Iraqê.
Wî endamê komîsiyona ewlehî û berevaniya parlemana Iraqê destnîşan kir; Eva ku hêzên Amerîkayê kesên terorîst yên ku hatine girtin şandine Hewlêrê û nedane ber destê hêzên ewlehiya Iraqê ciyê şik û gumanê têda heye, ji ber ku agehdariyên girîng li ber destê wan hene.
Firdews El-Ewadî ji nûnerên parlemana Iraqê jî sêşemiya bihurî li daxûyaniyekê ragihand; Xelkê Iraqê bawer in ku Amerîka grûpa terorîst a DAIŞ`ê pêk aniye û karbidestên amerîkî bi xwe jî bicaran ev mesela îteraf kirine.
Hinek ji medyayên navçê jî pê belgeyên heyî ragihandine ku Amerîkayê ji riya hewayî alîkariyên curbicur ji bo terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê şandine lê amerîkiyan ev mesela red kirine.