Dewama pevçûnan li Mûsila Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259226-dewama_pevçûnan_li_mûsila_iraqê
Hêzên artêşê û Heşdê Şeibî yên Iraqê roja şemiyê taxeke rojavaya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewaya vî welatî ji bin lepên terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê azad kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2017 07:45 Asia/Tehran
  • Dewama pevçûnan li Mûsila Iraqê

Hêzên artêşê û Heşdê Şeibî yên Iraqê roja şemiyê taxeke rojavaya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewaya vî welatî ji bin lepên terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê azad kirin.

 Serleşkir Ebulemîr Yarullah, fermandeyê operasyona azadkirina Neynewayê roja şemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku yekîneyên taybet ên dijî terorîzmê, taxa El-Sihe El-Saniyê li beşa  rojavaya Mûsilê ji lepên endamên DAIŞ`ê azad kirin û ala Iraqê ser banên avahiyên  vê taxê bilind kirin.

Ebdulemîr Yarullah Reşîd her wiha diyar kir: Hêzên taybet ên dijî terorîzmê li encama pevçûna  tev terorîstên  DAIŞ`ê li taxa El-Sîheyê,  gelek xisar li wan xistin.

 Azadkirina taxa El-Sihe El-Saniyê jibo dewama  operasyona  artêşa Iraqê li rojavaya Mûsilê pir girigniya xwe heye û yekîneyên taybet ên artêşa Iraqê dikarin ji vê taxê êrişî bikin ser navçeya El-Zenceliyê nêzîkî beşa navendî û kevnar ya rojavaya Mûsilê ku yek ji navendên sereke  yên çeteyên DAIŞ`ê ye.

 Di eynî demê de fermandeyê polîsê federal ê Iarqê şemiyê şevê ragihand ku çar serkirdeyên pilebilind ên grûpa terorîst a DAIŞ`ê tev 20 kes ji terorîstan li encama  êrişa polîs ser meqera DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hatin kuştin.

 Li gorî rapora El-Şerq El-Ewsetê, Şakir Cewdet fermandeyê polîsê Iraqê diyar kir: ``Hêzên iraqî tankêreke bombekirî li taxa El-Refaiyê li rojavaya Mûsilê têk birin û meqera ewlehiyê ya DAIŞ`ê li taxa El-Refayiyê dan ber êrişan ku herîkêm 4 kes ji serkirdeyên  vê grûpê ji wan Ehmed Hesen El-Cibûrî , dadwerê şer`î yê DAIŞ`ê li vê operasyonê hatin kuştin``.