Goriyên êrişa kîmyawî ya DAIŞ`ê li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259208-goriyên_êrişa_kîmyawî_ya_daiŞ_ê_li_mûsilê
Endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê beşek ji rojavaya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê bi gulleyên werdayî bi madên kîmyawî dan ber êrişan ku li encama wê êrişê 6 kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 23, 2017 04:39 Asia/Tehran
  • Goriyên êrişa kîmyawî ya DAIŞ`ê li Mûsilê

Endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê beşek ji rojavaya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê bi gulleyên werdayî bi madên kîmyawî dan ber êrişan ku li encama wê êrişê 6 kes hatin kuştin.

 Li gorî rapora Sputnik`a Rûsiyê ji zarê çavkaniyên iraqî, DAIŞ`ê taxa El-Sewreyê li beşa  rojavaya  Mûsilê bi 6 gulleyên hawanê  yên werdayî bi gaza bijehr a Xerdelê da ber êrişan ku li encama wê herîkêm 6 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

 Hin medyayên erebî yên navçê jî ragihandin ku li encama  êrişên bi hawanan yên DAIŞ`ê ser taxa El-Sewreya Mûsilê bi dehan kes hatin kuştin. Hîn medyayên fermî yên Iraqê ev êrişa kîmyawî ya DAIŞ`ê piştrast nekirine.

 Li gorî raporan, ev cara heftan e ku DAIŞ ji dema destpêkirina operasyona  Mûsilê êrişên kîmyawî ser vî bajarî pêk tîne.

 Grûpa terorîst a DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê, xwediyê depoyên mezin ên made û çekên kîmyawî ye ku li gorî gotina hin çavkaniyên navçeyî ev made ji hin welatên navçeyê wergirtine. 

Nûçeya êrişa kîmyawî ya DAIŞ`ê li Mûsilê li halekî hat weşandin ku çavkaniyên  iraqî ragihandin li encama teqînê li yek ji navendên DAIŞ`ê li Taxa 17`ê Temozê li rojavaya Mûsilê, karzanê gazên kîmyawî ya DAIŞ`ê ser navê Ebdulezîz El-Şîşanî tev 5 kes ji terorîstan hatin kuştin. El-Şîşanî karzanê herî binavûdeng ê gazên kîmyawî û kesên nêzîk bi Ebûbkir Bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê bû.