Karzanê gazên kîmyayî yê DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259180-karzanê_gazên_kîmyayî_yê_daiŞ_ê_li_rojavaya_mûsilê_hate_kuştin
Çavkaniyeka ewlehiyê ya Iraqê, ragihand ku karzanê êrişên kîmyayî yê DAIŞ`ê û 5 kes ji hevriyên wî li rojavaya Mûsilê li bakûra Iraqê hate kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2017 13:26 Asia/Tehran
  • Karzanê gazên kîmyayî yê DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê hate kuştin

Çavkaniyeka ewlehiyê ya Iraqê, ragihand ku karzanê êrişên kîmyayî yê DAIŞ`ê û 5 kes ji hevriyên wî li rojavaya Mûsilê li bakûra Iraqê hate kuştin.

Li gorî rapora Somêriye News`ê, teqîna li bargeheke DAIŞ`ê li navçeya 17`ê Temûzê li rojavaya Mûsilê, bû sedem karzanê gazên kîmyayî yê DAIŞ`ê bi navê Ebdulezîz El Şîşanî ligel 5 kes ji terorîstan werin kuştin.

El Şîşanî, karzanê herî bijare yê gazên kîmyayî û yek ji kesên nêzîkî Ebûbekir El Bexdadî, serkirdeyê DAIŞ`ê bû.

Di Çileya 2017`an de jî El Ebreş, karzanê madeyên teqandinê ya koma DAIŞ`ê hatibû kuştin. El Ebreş yek ji çêkerên herî binavûbang ê bombeyên mezin bû ku li Mûsilê bi El Debe re navdar e.

komên terorîst ên DAIŞ û Cibhetunusre, çend caran li Iraq û Sûriyê, madeyên kîmyayî bi kar anîne ku tevî hebûna belgeyên ku jibo Rêxistina Neteweyên Yekgirtî re raber bûne, hîn tu karek di vî warî de cih nehatiye.

Mûsil li parêzgeha Neynewayê li bakûra Iraqê, ji meha Hezîrana 2014`an ve di bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê de bûye ku rojhilata wê, nîveka Çileya 2017`an azad bû û hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê bi terorîstan re şerr dikin ta ku bikaribin van navçeyan ji lepên terorîstan azad bikin.