Hêzên Heşdi Şeibî berpirsê parastina hewayî ya DAIŞ`ê kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259174-hêzên_heşdi_Şeibî_berpirsê_parastina_hewayî_ya_daiŞ_ê_kuştin
Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê (heşdi Şeibî) îro di encama êrişa ser veşartgeha berpirsê parastina hewayî ya DAIŞ`ê li bajarê teleferê da, ew kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2017 13:05 Asia/Tehran
  • Hêzên Heşdi Şeibî berpirsê parastina hewayî ya DAIŞ`ê kuştin

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê (heşdi Şeibî) îro di encama êrişa ser veşartgeha berpirsê parastina hewayî ya DAIŞ`ê li bajarê teleferê da, ew kuştin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, Ebûzeyneb Siltanî berpirsê opêrasyona pişka çarem a hêzên Heşdi Şeibî îro li hevpeyvîna ligel malpera Heşdi Şeibîyê got: Hêzên Heşdi Şeibî veşartgeha têrorîstên DAIŞ`ê li Telefera Mûsilê têk birin û di encamê da Hesen Yûnis Şextar kurrapê Ebûbekir Bexdadî serkirdê DAIŞ`ê û yek ji fermandeyên vê komê bi navê Evdila Heyo kuştin.

Siltanî herwiha got: Hêzên Heşdi Şeibî niha şarê Teleferê dorpêç kirine.

Navenda ragihandinê ya hêzên Heşdi Şeibî jî ragihand ku hêzên lêzanînê yên pişka 25 a Heşdi Şeibîyê bi hevdengîya ligel pişka 99`ê, hewldana têrorîstên DAIŞ`ê jibo têketina nav devera Mekholê li bakûra oarêzgeha Selahedînê têk şikandin.

Fermandeyê opêrasyona azadkirina Nêynewayê jî ragihand ku taxa Sihe Sanîyê li rojavaya Mûsilê hat azadkirin.

Ji hêla din ve mêdyayên iraqî ragihandin ku jinên iraqî ligel zarokên xwe jibo revîna ji destê têrorîstên DAIŞ`ê li rojava û başûra Mûsilê, bi saya qayiq an pirên demkî yên ku hêzên iraqî li çemê Diclê dabîn kirine, xwe digihînin deverên ewleh.

Mihemed Kerbulî endamê komîteya ewlehî û berevanîyê ya parlemana Iraqê jî got: Nêzî 3 hezar kes ji xelkên deverên azadbûyî ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê, bêserûşûn bûne.

Eyd Emaş endamê civata parêzgarîya Anbarê jî raghiand ku nêzî 6600 sivîl ji xelkên vê parêzgehê piştî opêrasyona leşkerî bêserşûn bûne û navê kesên hanê û dema bêserûşûnbûna wan di destê vê civatê da ye.