DAIŞ`ê 13 çekdarên xwe îdam kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259146-daiŞ_ê_13_çekdarên_xwe_îdam_kirin
Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê 13 çekdarên xwe yên ku ji şerûpevçûnên di navbera wan û hêzên Iraqê de reviyabûn bi gullan kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2017 10:51 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê 13 çekdarên xwe îdam kirin

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê 13 çekdarên xwe yên ku ji şerûpevçûnên di navbera wan û hêzên Iraqê de reviyabûn bi gullan kuştin.

Nûçegihanê BasNêwsê derbarê vê yekê de ragehandiye ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê li navçeya El-sewre ya bajarê Mûsil berî ku ew tax ji aliyê Hêzên Iraqî ve were rizgarkirin 13 çekdarên xwe, ji şerûpevçûnên di navbera wan û hêzên Iraqê de reviyabûn kuştin.

Herwiha nûçegihanê BasNewsê da zanîn ku rêxistina terorîst a DAIŞê ew çekdarên xwe bi gullan kuştin û rê neda ku termê wan jî bo pizîşka dadwerî werin şandin.

Ehmed Eyûb aşkere kir ku îro 5 çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên dijteror ên Iraqê li navçeya El- Rifaî kirin.