Amirî: Erdogan piştevanê grûpên terorîstî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259136-amirî_erdogan_piştevanê_grûpên_terorîstî_ye
Sekreterê giştî yê saziya Bedra Iraqê gotinên vê dawiyê yên serokkomarê Tirkiyê li bara hêzên gelanî yên Iraqê xebatek bona veşartina piştevaniya Tirkiyê ji grûpên terorîstî daye zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2017 09:29 Asia/Tehran
  • Amirî: Erdogan piştevanê grûpên terorîstî ye

Sekreterê giştî yê saziya Bedra Iraqê gotinên vê dawiyê yên serokkomarê Tirkiyê li bara hêzên gelanî yên Iraqê xebatek bona veşartina piştevaniya Tirkiyê ji grûpên terorîstî daye zanîn.

Erdogan serokomarê Tirkiyê vê dawiyê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê grûpeke terorîstî daye zanîn ku piştî vê îdiayê wezareta karên derve ya Iraqê li nameyeke fermî  bo baykozê Enqerê li Bexdayê nerezamendiya xwe daye diyarkirin.

Hadî Amirî sekretirê giştî yê saziya Bedra Iraqê li gotûbêja xwe ya duh îniyê tev telivîzyona El-Meyadîn got: Eva ku Tirkiyê hîn jî hêzên xwe li Beşîqê ragirtine, ew jî li vê wexta ku hêzên iraqî bi xwe ev navça ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirine, nîşan dide ku Tirkiyê çavên tamakariyê berdaye axa Iraqê.

Amirî destnîşan kir; Xebata dijî terorîstên DAIŞ`ê hetanî azadkirina hemû axa Iraqê ji destê terorîstan berdewam e.

Piştî êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser axa Iraqê ser fitwaya Ayetullah Sîstanî merceyê mezin ê şîeyên vî welatî , hêzên gelanî yên vî welatî pêk hat ku li vê mudehê kariye nexş û roleke girîng li azadkirina navçên dagîrbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê hebûye.

Heşda Şeibî xebata xwe ya dijî terorîstan li bin çavdêriya serokwezîrê Iraqê didomîne.