Civîna Ebadî digel fermandeyên iraqî li Mûsilê
Serokwezîrê Iraqê li civîna digel fermandeyên artêşa Iraqê got: Serketina dawiyê li hemberî koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞ`ê nêzik bûye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Heyder Ebadî ku roja çarşemiyê ji bo şopandina opêrasiyona azadkirina Mûsilê çûye vê navçeyê, li civîan taybet a berêvariya çarşemiyê digel fermandeyên hêzên Seferaberiya gelanî nasyar bi Heşdê Şeibî her wiha komek ji fermandeyên artêşa Iraqê got ku serketin nêzik bûye û piştî bidestxistina serketinnê leşkerî, em ê karê avakirina nû ya navçeyên wêranbûyî dest pê bikin.
El Ebadî ji hêzên Heşdê Şeibî xwest ku li warê avedankirinê jî têkoşîna xwe wekî serdema şerê dijî DAIŞ`ê bidomînin.
Li vê civînê Ebu Mehdî El Muhendês dewsgirê fermandeyê Heşdê Şeibî, Hadî Amêrî sikritirê giştî yê Saziya Bedrê û ji fermandeyên derecebilind ên El Heşdê Şeibî her wiha Ebu Elî El Beserî berpirsê opêrasiyonê yê El heşdê Şeibî jî beşdar bûn.
Heyder Ebadî roja çarşemiyê berê xwe da Mûsilê ku di heyama yek meha buhurî da opêrasiyona li vî bajarî li dijî DAIŞ`ê bi awayekî berbiçav hêdî bûbû.