Wezareta karên derve ya Iraqê bangî balyozê Tirkiyê kir
Nîsan 20, 2017 14:29 Asia/Tehran
Piştî gotinên pûç ên serokomarê Tirkiyê li dijî hêzên Heşda Şebî, wezareta karên derve ya Iraqê balyozê vî welatî vexwend.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê Someriye Newsê, wezareta karên derve ya Iraqê ragihand ku piştî gotinên mudaxilekirane yên Receb Teyib Erdogan li dijî vî welatî balyozê Tirkiyê li Bexdayê ban kir wezareta derve.
Erdogan li gotûbêja televîzyonî. Heşda Şebî grûpeke terorîst bi nav kir.
Erdoga îdia kir: Wek mînak hêzên Heşda Şebî kî ne: Kî piştgiriyê dide wan? Parlemana Iraqê Heşda Şebî piştrast kirine, lê ew grûpeke terorîstî ne û divê bizanibin ku kî li pişta vê grûpê de ne?
Hêjayî gotinê ye ky Erdogan her kes û gurûpek ku jê hez nake wek terorîst dide zanîn.