Hêzên iraqî taxa El Sewreya Mûsilê azad kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259006-hêzên_iraqî_taxa_el_sewreya_mûsilê_azad_kirin
Fermandarê operasiyona azadkirina Parêzgeha Nêynewaya Iraqê qala azadkirina Taxa El Sewreya Mûsilê û dewama pêşdaçûna hêzên iraqî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2017 13:13 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî taxa El Sewreya Mûsilê azad kirin

Fermandarê operasiyona azadkirina Parêzgeha Nêynewaya Iraqê qala azadkirina Taxa El Sewreya Mûsilê û dewama pêşdaçûna hêzên iraqî kir.

Li gorî rapora roja pêncşemê ya Mehr News`ê, Fermandarê operasiyona azadkirina Parêzgeha Nêynewaya Iraqê, Ebdulemîr Yarellah ragihand: Hêzên iraqî taxa El Sewreya Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirne û 16 DAIŞ`î girtine û ziyanên giran ên malî û canî û cengî li vê koma têrorîst xistine.

Rayedarên iraqî jî gotin ku hêzên şerê dijî têrorîsmê yên Iraqê derbeyên giran li DAIŞ`ê li bereya rojavayiya Mûsilê xistin û hêzên polîs jî Taxa El Medîne El Qedîmiyê dorpêç kirine û heta niha karîne ji sedî 71`ê bajarê Mûsilê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê derxînin.

Van rayedaran her wiha ragihandin ku hejmara DAIŞ`iyan li navçeyên bin desthilata wan derdora 700 kesî ye ku tûşî qeyrana giran a malî û dermanî bûne.

Operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji bin destê DAIŞ`ê ji 19`ê Sibata 2017`an va dest pê bûye.