Amerîkayê êrîşa kîmyewî ya DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê piştrast kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i259000-amerîkayê_êrîşa_kîmyewî_ya_daiŞ_ê_li_rojavaya_mûsilê_piştrast_kir
Artêşa Amerîkayê piştrast kir ku koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞ`ê çekên kîmyewî li dijî hêzên Iraqê li bajarê Mûsilê bi kar anîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2017 12:57 Asia/Tehran
  • Amerîkayê êrîşa kîmyewî ya DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê piştrast kir

Artêşa Amerîkayê piştrast kir ku koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞ`ê çekên kîmyewî li dijî hêzên Iraqê li bajarê Mûsilê bi kar anîne.

Rayedarên ewlehiyê yên iraqî şeva çûyî salix dan ku têrorîstên DAIŞ`ê bi avêtina mûşekên tijî gaza Kolêrê li ser taxa teze azadbûyî ya El Ebarê li rojavaya Mûsilê, pirsgirêkên bêhnkişandinê ji bo herîkêm heft kes ji hêzên iraqî pêk anîn.

Generalê Cozêf Martîn fermandeyê hêzên amerîkî tevî piştrastkirina vê êrîşê, di eynî demê da got ku kesek ji ber vê êrîşê nebûye gorî.

Wî li hevpeyivîna digel nûçegihanan bal kişande ser viya ku ``Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li nêzikî yek ji van bûyeran bûne``, her wiha got ku ev hêz ji bo ketina bin baldariyên pizişkî bo nexweşxaneyê hatin rakiirn, lê kesek nebûye qurbanî.

Fermandeyê hêzên amerîkî bi bîr xist ku madeya bikarhatî li vê êrîşê ji bo ceribandingehê ra hatiye şandin û em li benda encamê ne.

Li gorî rapora polîsê federal ê Iraqê, têrorîstên DAIŞ`ê her wiha şemiyê bi çekên kîmyewî êrîşî ser taxên El Erûbe û Bab El Cedîdê li rojavaya Mûsilê kirin.

Vê koma têrorîst ku ji aliyê welatên din wekî Erebistan û Tirkiyê va tê piştgirîkirin, di meha Hezîrana sala 2014`an kontrola bajarê Mûsilê girte destê xwe û ji wê demê cva gellek êrîşên kîmyawî li dijî welatiyên sivîl û hêzên iraqî pêk aniye.

Hêzên iraqî karîn ku kontrola rojhilata bajarê Mûsilê piştî 100 rojan bigirin destê xwe û ji roja 19`ê Sibata 2017`an va opêrasiyona azadkirina rojavaya vî bajarî dest pî kirine.