Tekezkirina Fuad Mesûm ser viyana gelê Iraqê jibo serketina plana aşitiya neteweyî
Serokkomarê Iraqê ser viyana gelê vî welatî jibo serketîbûna plana aşitiya neteweyî tekez kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Fuad Mesûm serokomarê Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina Zîgmar Gabriyel wezîrê karên derve yê Almanyayê li Bexdayê li bara cidîbûna gelê vî welatî jibo serketîbûna plana aşitiya neteweyî, avedankirina navçên ku li dû kiryarên terorîstî xisar dîtine, vegeriyana awareyan û dabînkirina jiyana bi şerafet jibo wan xatircemiya xwe diyar kir.
Serokê Komara Iraqê li vê hevdîtinê vejiyandina hêz û şiyanên pêşeyî, cotkarî û pizîşkiyê yên Iraqê û her wiha berfirehkirina hevkariyên navbera Bexda û Berlînê hilkoland û tekez kir: Bêguman dê Iraq li riya vejiyandina hêzên aborî û xurtkirina rola vî welatî li warê damezrandina aşitiyî û aramiyê li navçê dê bi pêşde here.
Wezîrê karên derve yê Almanyayê jî pesna serketinên Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê da û got: Almanya jibo zêdekirina piştgiriyên xwe ji Iraqê li warê aborî, amadekirina hêzan, avedankirin û damezrandina ewlehî û aramiyê li vî welatî hewlê bide.