Tekezkirina Fuad Mesûm ser viyana gelê Iraqê jibo serketina plana aşitiya neteweyî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258988-tekezkirina_fuad_mesûm_ser_viyana_gelê_iraqê_jibo_serketina_plana_aşitiya_neteweyî
Serokkomarê Iraqê ser viyana gelê vî welatî jibo serketîbûna plana aşitiya neteweyî tekez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2017 11:32 Asia/Tehran
  • Tekezkirina Fuad Mesûm ser viyana  gelê Iraqê jibo serketina  plana  aşitiya neteweyî

Serokkomarê Iraqê ser viyana gelê vî welatî jibo serketîbûna plana aşitiya neteweyî tekez kir.

 Li gorî rapora IRIB  Newsê, Fuad Mesûm serokomarê Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina Zîgmar Gabriyel wezîrê karên derve yê Almanyayê li Bexdayê li bara cidîbûna  gelê vî welatî jibo serketîbûna plana aşitiya neteweyî, avedankirina navçên ku li dû kiryarên terorîstî xisar dîtine, vegeriyana awareyan û dabînkirina jiyana bi şerafet jibo wan xatircemiya xwe diyar kir.

 Serokê Komara Iraqê li vê hevdîtinê vejiyandina  hêz û şiyanên pêşeyî, cotkarî û pizîşkiyê yên Iraqê û her wiha berfirehkirina  hevkariyên navbera Bexda û Berlînê hilkoland û tekez kir: Bêguman dê Iraq li riya vejiyandina  hêzên aborî û xurtkirina  rola vî welatî li warê damezrandina  aşitiyî û aramiyê li navçê dê bi pêşde here.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê jî pesna serketinên Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê da û got: Almanya jibo zêdekirina  piştgiriyên xwe ji Iraqê li warê aborî, amadekirina hêzan,  avedankirin û damezrandina ewlehî û aramiyê li vî welatî hewlê bide.