Êrişa kîmyayî ya DAIŞ`ê ser amerîkî û awistraliyan li Mûsilê
Medyayeka iraqî, îro çarşemiyê ji zarê medyayên amerîkî ragihand ku koma terorîst a DAIŞ`ê bi çekên kîmyawî, êriş biriye ser şêwirmendên leşkerî yên amerîkî û awistralyayî li Mûsilê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Minhec Newsê ji zarê kanala televîzyonî ya CBS NEWS a Amerîkayê nivîsî, ev êrişa bi gaza xerdelê di roja duşemiya vê hefteyê cih hatiye.
Ev çavkaniyana herwiha gotine ku di vê êrişê de, jiber teyarbûna bi alav û maskeyan, tu derbe li serbazên amerîkî û awistralyayî neketiye, lê li gorî nûçeyan hin serbazên iraqî yên li vê pêgehê, birîndar bûne û jibo nêzî 25 kes ji birîndarên vê êrişê jî alîkariyên dermanî hatine xwestin.
Serheng Yehya Resûl, berdevkê operasyona hevpar a Iraqê jî ragihandiye ku 6 leşkerên Iraqî tûşî pirsgirêkên giran ên bêhnistandinê bûne û jibo nexweşxaneyên çolî re hatine veguhestin û lêkolîn û ceribandinên jibo kifşkirin û asta madeyên jehrawî yên di vê êrişa kîmyewî de, cih tên.
Eva duyemîn êrişa kîmyawî ya DAIŞ`ê li yeh hefteya buhurî li Mûsilê ye bi awayekî ku berî niha li hefteya buhurî, ev koma tekfîrî bi hawanên tijî madeyên jehrawî(bi giştî gaza Kolorê) êriş bire ser serbazên iraqî yên li pişka rojavayî ya Mûsilê.
Di vê raporê de herwiha hatiye ragihandin ku Pêntagon, wezareta berevaniya Amerîkayê jî ev êrişa kîmyewî ya ji aliyê DAIŞ`ê ve piştrast kiriye û berpirsekî vê saziya amerîkî gotiye ku êv êrişa nîşana bêhêvîtiya DAIŞ`ê di warê meydanî ya şêrr da ye.