Nûçeyên berovajîhev li bara girtina Ebûbekir Bexdadî
Nivîsgeha sêkrêtêrê giştî yê Dayra Ewlehî û Lêzanînan a Ewropayê ragihand ku lêzanînên deqîq hene ku nîşan didin Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê li bakûra Sûrîyê hatîye girtinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê û ji zarê nivîsgeha sêkrêtêrê giştî yê Dayra Ewlehî û Lêzanînan a Ewropayê, Bexdadî di encama opêrasyona naskirinê ya servîsên lêzanînê yên Sûrîye û Rûsîyê piştî derketina neçarî ya serkirdê DAIŞ`ê ji Mûsilê da hatîye girtinê.
Piştî ku hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê bi dû Bexdadî ketin, ew di 2`yê Nîsana îsal da ji sînorên Iraqê derbasî Sûrîyê bû.
Wezareta Karên Derve ya Rûsîyê nûçeyên têkildarî girtina Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê derew zanîn.
Di vî halî da mêdyayên ûris ji wan belavoka Rusisca Gazeta û televîzyona Live News`ê şeva buhurî ragihandin ku Ebûbekir Bexdadî dema hewldana jibo derbasbvûna ji sînorê Iraq û Sûrîyê hatîye girtinê.
Heysem Ebûseîd serokê Dayra Lêzanînan a Komîteya Ewlehî û Lêzanînan a NY jî ragihand: Serkirdê DAIŞ`ê li halekî ku hewl dida xwe ji dorpêçê bifilitîne û here Sûrîyê hatîye girtinê.
Lê çavkanîyên fermî yên Iraq û Sûrîyê heta vê gavê girtina Ebûbekir Bexdadî serkirdê DAIŞ`ê piştrast nekirine.