20 kes bûn gorîyê teqîna li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258890-20_kes_bûn_gorîyê_teqîna_li_mûsilê
Çavkanîyeke ewlehîyê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê ragihand ku 20 welatî di encama teqîna maşîneke bombekirî li rojavaya vê parêzgehê da hatin kuştinê û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2017 10:49 Asia/Tehran
  • 20 kes bûn gorîyê teqîna li Mûsilê

Çavkanîyeke ewlehîyê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê ragihand ku 20 welatî di encama teqîna maşîneke bombekirî li rojavaya vê parêzgehê da hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, di encama teqîna maşîneke bombekirî li devera Sewre li rojavaya Nêynewayê da, 6 welatî hatin kuştinê û 14 jî birîndar bûn.

Serokê lêjneya bersivdayîna raportên navdewletî ya Herêma Kurdistana Iraqê, Dîndar Zêbarî jî ragihand, tê gotin ku li Mûsilê derdora 700 çekdarên DAIŞ`ê mane ku piraniya wan xwekuj in.

Li gorî nûçeyeke din, di encama êrişa ser rêzeke maşînên têrorîstên DAIŞ`ê li cadeya Riyaz Hewîcê li 55 kîlomêtrîya başûra rojavaya Kerkûkê da 4 serkirdên DAIŞ`ê hatin kuştinê.