Parek din ji eskerên amerîkî gihêştine parêzgeha El-Enbara Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258858-parek_din_ji_eskerên_amerîkî_gihêştine_parêzgeha_el_enbara_iraqê
Birek din ji eskerên amerîkî bona pişkdariya li operasiyona azadkirina çend navçên din ji destê terorîstên DAIŞ`ê, çûne pêgeha Eyîn Esed li parêzgeha El-Enbarê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2017 16:07 Asia/Tehran
  • Parek din ji eskerên amerîkî gihêştine parêzgeha El-Enbara Iraqê

Birek din ji eskerên amerîkî bona pişkdariya li operasiyona azadkirina çend navçên din ji destê terorîstên DAIŞ`ê, çûne pêgeha Eyîn Esed li parêzgeha El-Enbarê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, ji zarê telivîzyona Iskayî News`ê, bingehên eskerî yên Iraqê ragihandin ku hinek ji hêzên eskerî yên amerîkî ketine nav pêgeha Eyîn Esed li rojavaya parêzgeha El-Enbarê.

Gor vê raporê, hêzên amerîkî bona pişkdariya li operasiyona azadkirina navçên Uneh, Rewat û bajarê El-Qaimê çûne pêgeha Eyîn Esed`ê.

Vê bingehê ranegihandiye ku çiqs hêzên amerîkî çûne nav axa Iraqê.

Eva li halekê ye ku hevalbendiya qaşo dijî DAIŞ`ê ya bi rêberiya Amerîka li êrişên xwe yên hewayî ser bajarê Mûsilê heta niha gelek ji xelkê sivîl ê vî bajarî kirine hedefa êrişên xwe û kuştin.