NY: Nîv milyon iraqî ji Mûsilê aware bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258798-ny_nîv_milyon_iraqî_ji_mûsilê_aware_bûne
Berdevkê fermî yê sekreterê giştî yê NY ragihand ku ji destpêka operasyona azadkirina bajarê Mûsilê heya niha nîv milyon iraqî ji vî bajarî revîne û aware bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2017 07:26 Asia/Tehran
  • NY: Nîv milyon iraqî ji Mûsilê aware bûne

Berdevkê fermî yê sekreterê giştî yê NY ragihand ku ji destpêka operasyona azadkirina bajarê Mûsilê heya niha nîv milyon iraqî ji vî bajarî revîne û aware bûne.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê kanala nûçan a El-Cizîrê, Îstefan Docarîk, berdevkê fermî yê NY li civîna rojnamevaniyê li Niyoyorkê got : Lîz Grandî hevdengkira karûbarên mirovheziyê ya NY li Iraqê , hejmara awareyên bajarê Mûsilê ji destpêbûna  operasyona aazadkirina  vî bajarî nêzîkî 500 hezar kes texmîn kiriye.

 Wî diyar kir: Şirîkên me li beşa karûbarên mirovheziyê, di 24 sietan jibo berfirehkirina  meqer û kempan jibo dayîna penaberiyê bo hezaran kesên  ku muhtemel e di hefteyên pêşber de ji Mûsilê birevin, hewlê didin.

 Docarîk ji zarê Grandiyê got: Nêzîkî du milyon kes ji destpêbûna  şer alîkarî wergirtine û asziyên mirovheziyê yên hazir  li  rêzên pêşiyê yên şêr, xwarek, av û penageh û alîkariyên pizîşkiyê dabîn dikin.

 Grandî hişyarî da:Operasyona eskerî ku beşa kevnare ya  Mûsilê dike hedef, hîn destpê nebûye û xelkê sivîl bi tehlûkeyên  bisam rûbirû bûne.

 Wî li daxûyaniyekê got : şerê li rojava Mûsilê bi şerê li rojhilata wê ferq dike û dijwartir e. pir kesan bi giranî birîndar bûne.  mal hatine kavilkirin û depoyên xwarekê vala bûne canê malbatan  ji ber nebûna  ava vexwerinê ketiye ber metirsiyê.

 Grandî got :  Mûsilê îmkanên xwe ji dest dane û xelkê sivîl rastî gelek xeteran hatine.

 Di vê çarçêvê de, Hûşeng Muhemed, rêveberê navenda hevdengiya hevpar a qeyranan li Kurdistana Iraqê ragihand ku ji destpêbûna  operasyona Mûsilê heya niha 164 hezar kesên aware berê xwe dane vê herêmê.

 Wî diyar kir: Awareli kempên parêzgeha Hewlêrê û Dihokê hatine bicihkirin. Kempên  parêzgeha  Hewlêrê tijî bûne û êdî nikarin  awareyan wergirin.