Têkbirina kamyoneke madeyên kîmyewî ya DAIŞ`ê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258748-têkbirina_kamyoneke_madeyên_kîmyewî_ya_daiŞ_ê_li_iraqê
Balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê, kamyoneke madeyên kîmyewî ya DAIŞ`ê têk birin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 17, 2017 13:50 Asia/Tehran
  • Têkbirina kamyoneke madeyên kîmyewî ya DAIŞ`ê li Iraqê

Balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê, kamyoneke madeyên kîmyewî ya DAIŞ`ê têk birin.

Çavkanîyeke ewlehîyê li Iraqê ragihand ku duh kamyoneke madeyên kîmyewî ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera Hesenkoya Teleferê ket ber êrişa hewayî ya duh a balafirên cengê yên Hevalbendîya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê û têk çû.

Li gorî vê raporê, têrorîstên DAIş`ê dil hebûn van maeyên kîmyewî jibo çêkirina mûşekên kîmyewî yên bidestçêkirî bikar bînin ta ku li êrişên kîmyewî dijî hêzên polîs ên Iraqê li rojavaya Mûsilê bikar bînin.

Li gorî nûçeyeke din zêde ji 100 hezar awareyên iraqî zivirîne ser malên xwe li deverên azadbûyî yên Mûsilê.

Zêde ji 115 hezar kes ji welatîyên iraqî ku ji ber pevçûnên li Mûsilê aware bibûn, zivirîn deverên xwe li parêzgeha Nêynewayê.

Casim Mihemed Caf wezîrê koçberî û awareyên Iraqê got: 15 hezar kes ji kempên başûr û rojhilata Mûsilê zivirîne ser malên xwe li parêzgeha Nêynewayê.

Ji hêla din va, çend kesan di encama êrişa bişik a ser zîndana DAIŞ`ê li Teleferê da, 7 endamên DAIŞ`ê ku welatîyên ereb bûn, azad kirin.

Wezareta Karên Hundur a Iraqê jî ragihand: Serokê rêxistina terorîst a DAIŞ`ê Ebubekir Bexdadî li Sûriyê dijî.

Navenda lêzanînan a Wezareta Karên Hundur a Iraqê amaje bi vê yekê jî kir, ku Ebubekir Bexdadî li navçeyên sînorî yên Sûriyê ye û hatûçûna Iraqê dike û li cîhekê namîne.