DAIŞ`ê hejmarek ji serkirdeyên xwe îdam kirin
Nîsan 17, 2017 12:56 Asia/Tehran
Grûpa terorîst ya DAIŞ`ê, heşt kes ji berpirsên xwe yên ewlehiyê bi tawana xeyanetê îdam kirin.
Ev kiryara DAIŞ`ê piştî êrişa hewayî ya hêzên iraqî ser cihê lidarxistina civîna vê grûpê li malekê li perava rojavaya bajarê Mûsilê, cih hat.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera nûçan a Asiya Newsê, ji zarê çavkaniyên ewlehiyê yên Mûsilê, piştî kuştina serkirdeyên DAIŞ`ê li encama êrişa hêzên iraqî, ev grûpa terorîstî heşt kes ji berpirsên xwe yên ewlelhiyê bi sîxoriya bo artêşa Iraqê li bajarê Mûsilê tawanbar kir.
Hêzên iraqî ji sibata 2017`an operasyona azadkirina rojava Mûsilê destpê kirine. piştî azadkirina vî bajarî grûpa terorîstî ya DAIŞê navenda xwe ya herî mezin ji dest dide.