Destkevta nû ya hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258554-destkevta_nû_ya_hêzên_iraqî_li_rojavaya_mûsilê
Hêzên iraqî li dewama operasyona li rojavaya Mûsilê, karîn li ser şebekeya qahêm a tonelan a DAIŞ`ê serdest bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2017 13:49 Asia/Tehran
  • Destkevta nû ya hêzên iraqî li rojavaya Mûsilê

Hêzên iraqî li dewama operasyona li rojavaya Mûsilê, karîn li ser şebekeya qahêm a tonelan a DAIŞ`ê serdest bibin.

Li gorî rapora Sûmeriye News a Iraqê, çavkaniyên iraqî ji mirina serkirdeyekî DAIŞ`ê û serdestiya li ser şebekeya Tonêlan a ser bi tekfîriya li rojavayê Mûsilê agahî dan.

Rayid Şakir Cewdet, serokê polîsê Federal ê Iraqê ragihand: Hêzên me Mehmûd Elî Mehmûd Meter El Hedîdî, yek ji serkirdeyên DAIŞ`ê li navçeya El Mûsil El Qedîme kuştine. Wî herwiha got: Hêzên iraqî li ser şebekeya tonêla ya qahêm a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê ku li hember êrişên mûşekî û  êrişên giran saxlem mabû û wekî pêgeha dewsgir jibo serkirdeyên meydanî yên wê dihate hesêb, serdest bûn.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Golmurad Xalîmev, yek  ji alîkarên payebilind ên Ebûbekr El Bexdadî, dema êrişa hewayî ya li bajarê Mûsilê hatiye kuştin.