Hişyariya parlemana Iraqê li bara awareyên nav vî welatî
Nûnerekî parlemanterê Iraqê li bara qewimîna karesata mirovî li Iraqê ji ber ku hêzên pêşmerge rê li ber awareyan digirin ji bo ku ew derbasî Kerkûkê ne bin, hişyarî da.
Li gor rapora IRIB News`ê, Reid El-Dehlekî serokê komîta awareyên meclisa Iraqê bal kişande ser viya ku hêzên pêşmerge pîşiya 250 awareyên Hewîcê girtine û nahêlin ew ji derbasgeha Xalid bikevin nav Kerkûkê û got: Ev karê hêzên pêşmerge heta niha bûye sebeb ku 9 kes bimirin û eger ev pirsgirêka çareser nebe dê karesata mirovahî biqewime.
Vî parlemanterê iraqî ji Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê xwest ku bona vekirina derbasgeha Xalid û alîkariya bo awareyên vê navçê zextûzorê bîne ser hêzên pêşmerge.
Casim Muhemed Caf wezîrê muhacireta Iraqê jî li daxûyaniya xwe bal kişande ser zêdebûna awareyên parêzgeha Nêynewayê û bajarê Hewîcê li başûra Kerkûkê ragihand; Hevçaxî operasiyona azadkirina Nêynewayê zêde ji 100 hezar iraqî ji malên xwe aware bûne.