Hêzên iraqî gihêştine nîzikiya ciyê ragihndin xelafeta Bexdadî li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258506-hêzên_iraqî_gihêştine_nîzikiya_ciyê_ragihndin_xelafeta_bexdadî_li_mûsilê
Bingehên iraqî ji şer û pevçûna di navbera hêzên vî welatî tev terorîstên DAIŞ`ê de li çend metriya mizgefta Camê ya Nûrî li ciyê ku Bexdadî xelafeta xwe ragihand, xeber dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2017 07:45 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî gihêştine nîzikiya ciyê ragihndin xelafeta Bexdadî li Mûsilê

Bingehên iraqî ji şer û pevçûna di navbera hêzên vî welatî tev terorîstên DAIŞ`ê de li çend metriya mizgefta Camê ya Nûrî li ciyê ku Bexdadî xelafeta xwe ragihand, xeber dan.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê Skay News`ê, Bingehên iraqî ragihandin ku li dewama operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê şer û pevçûna dinavbera hêzên vî welatî tev terorîstên DAIŞ`ê li çend metriya mizgefta Camê ya Nûrî li ciyê ku Bexdadî xelafeta xwe ragihand berdewame û artêşa Iraqê pêgehên terorîstî li vê navçê kiriye hedefa êrişlên xwe yên hawanê.

Hêzên iraqî piştrast kirine ku niha gihêştine çend metriya mizgefta Nûrî ciyê ku Ebûbekr Bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê xelafeta xwe li wê derê ragihandiye.

Ji aliyê din ve Raid Şakir Cewdet, fermandeyê polîsê federal ê Iraqê, duh îniyê ragihand: Bi sûdwergirtina ji muxtesatên deqîq ku balefirên nasînê dabîn kiribûn, pêgeha fermandehiya DAIŞ`ê kete ber mûşekan û bi tamî hat rûxandin.

Cewdet herwiha got: Van balefiran ji du mehan berî niha va û ji dema destpêbûna operasyonê, beşa kevnar a bajarê Mûsilê girtibûn bin çavdêriya xwe.

Şakir Cewdet destnîşan kir: Bi dû van êrişên bi mûşekan, avahiya Ewlehiya Giştî ya DAIŞ`ê li perrava rojavayî ya Mûsilê û çekên dijî hewayî li dibistana El Zencîliyê jî ji nav çû.

Operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên koma terorîst a DAIŞ`ê ji 19`ê Sibata sala 2017`an ve dest pê bûye.