Teqandina baregeha qumandetiya DAIŞ`ê li Mûsilê
Polîsê federal ê Iraqê ji teqîna pêgeha qumandetiyê ya koma terorîst a DAIŞ`ê li Mûsila li bakûra vî welatî agahî da.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Raid Şakir Cewdet, fermandeyê polîsê federal ê Iraqê, îro îniyê ragihand: Bi sûdwergirtina ji muxtesatên deqîq ku balefirên nasînê dabîn kiribûn, pêgeha fermandehiya DAIŞ`ê kete ber mûşekan û bi tamî hat rûxandin.
Cewdeti herwiha got: Van balefiran ji du mehan berî niha va û ji dema destpêbûna operasyonê, beşa kevnar a bajarê Mûsilê girtibûn bin çavdêriya xwe.
Şakir Cewdet destnîşan kir: Bi dû van êrişên bi mûşekan, avahiya Ewlehiya Giştî ya DAIŞ`ê li perrava rojavayî ya Mûsilê û çekên dijî hewayî li dibistana El Zencîliyê jî ji nav çû.
Operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên koma terorîst a DAIŞ`ê ji 19`ê Sibata sala 2017`an ve dest pê bûye.