Duyemîn teqîna li roja îniyê li Bexdayê
Rayedarekî polîsê Iraqê, roja îniyê ragihand, di encama teqîna bombekê li başûra Bexdayê, kesek hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî rapora malpera Sûmeriye News`ê, vî rayedarê polîsê Iraqê got: Bombe li nêzîkî bazara Masîfiroşan li navçeya El Medaênê li başûrê rojhilata Bexdayê hatibû danîn ku berî nîvroja îniyê teqiya.
Vî rayedarî herwiha got: Hêzên ewlehiyê bi dorpêçkirina cihê teqînê, nehêlan ku kes nêzîkî wê bibe û ambûlansan birîndar veguhestin nexweşxaneyê.
Berî viya, îro bombek li navçeya El Mealifê li başûrê Bexdayê teqiya ku di encama wê de kesek hate kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, hêzên El Heşd El Şeibiyê li navçeyên rojavayî yên Mûsilê, di mideha sê rojên buhurî de, hezar û 500 aware ji navçeyên operasyonê derxistine û ewna veguhestine navçeyên ewleh.
Niha ji bilî bajarên wek Til Efer li rojava û El Hezer li başûra rojavaya Mûsilê, pişkeka biçûk ji beşa rojavayî ya bajarê Mûsilê, hîn di destê DAIŞ`ê da maye ku operasyona hêzên iraqî heya paqijkirina tam a vê navçeyê didome.