Dewama serketinên artêşa Iraqê dijî DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258468-dewama_serketinên_artêşa_iraqê_dijî_daiŞ_ê
Hêzên iraqî li dewama operasyona dijî koma terorîst a DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê li bakûrê Iraqê, bi azadkirina hin navçeyên din ên vî bajarî ji lepên vê komê, bi dehan terorîstan kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2017 13:19 Asia/Tehran
  • Dewama serketinên artêşa Iraqê dijî DAIŞ`ê

Hêzên iraqî li dewama operasyona dijî koma terorîst a DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê li bakûrê Iraqê, bi azadkirina hin navçeyên din ên vî bajarî ji lepên vê komê, bi dehan terorîstan kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a El Sûmeriye News`a Iraqê, serleşker Ebdulemîr Yarellah, fermandeyê operasyona azadkirina parêzgeha Neynewa ya Iraqê got, yekîneyên nehemîn ên zêrêhî yên artêşa Iraqê, roja pêncşemiyê, gundên Şewîte, Til  El Esfûr û El Sabûniye ku ketine perrava başûrî ya çemê Dicl; li Mûsilê ji bin lepên terorîstan derxistin.

Li gorî vê raporê, hêzên iraqî herwiha taxa El Abarê ku ketiye pişka rojavayî ya bajarê Mûsilê jî ji lepên DAIŞ`ê azadkirin.

Fermandetiya operasyona Bexdayê li daxuyaniyekê ji xelkê taxên mayî yên li pişka rojavayî ya Mûsilê ku hîn di destê DAIŞ`ê da ne, xwest ku bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin.

Berî niha çavkaniyên leşkerî yên Iraqê ji azadkirina sedî 75`ê pişka rojavayî ya Mûsilê agahî dabûn.