Bi dehan malbatên iraqî li Mûsilê hatin azadkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258446-bi_dehan_malbatên_iraqî_li_mûsilê_hatin_azadkirin
Pêncî malbatên iraqî ku koma têrorîst a DAIŞ'ê ewna li Mûsilê dîl giortibûn, bi opêrsiyona yekîneya şerê dijî têrorîsmê ya Iraqê hatin azadkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2017 08:30 Asia/Tehran
  • Bi dehan malbatên iraqî li Mûsilê hatin azadkirin

Pêncî malbatên iraqî ku koma têrorîst a DAIŞ'ê ewna li Mûsilê dîl giortibûn, bi opêrsiyona yekîneya şerê dijî têrorîsmê ya Iraqê hatin azadkirin.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News'ê, her wiha hêzên ewlêehiyê yên Iraqê navçeya El Ebarê li rojavaya Mûsilê û gundên Eşotiye û Til El Usforê, bakurê girên Etşane û gundên El Saboniyeyê bi tamî azad kirin. 

Li gorî nûçeyeke din, li ser esasa ragihandina fermandetiya opêrasiyona "Qadimûn Ya Nêynewa"yê, "Ebdullah El Bedranî" nasyar bi "Ebu El Eyûb El Etar" têrorîstê qaşo muftiyê şerîetê yê Koma tekfîrî ya DAIŞ'ê ji ber êrîşa hewayî ya firokjeyên şêrr ên Iraqê li taxa "Hevdeyê Temûzê" li perrava rojavaya Mûsilê hatiye kuştin.

Li vî halî "Enver Hemme Emîn" fermandeyê hêza hewayî ya Iraqê got: Bi destpêbûna qonaxa bikaranîna firokeyên vî welatî yên bi çekên Lêyzerî ji bo êrîşa li ser têrorîstên DAIŞ'ê li Mûsilê, şerê dijî têriorîstan li vêî bajarî gihîştiye qonaxên xwe yên dawiyê.

Enwer Hemme Emîn bal kişande ser erdnigariya dijwar a Mûsila qedîm û xweveşartina çeteyên DAIŞ'Ê li nav gel û qerebalixiyê û got: Bikaranîna çekên Lêyzerî vê îmkanê dide hêzên iraqî ku armancên diyarkirî bi baldarî û bêyî ku ziyanek bigihêje welatiyên asayî, bidin ber êrîşê.

Her wiha navenda Hêzên seferberiya gelanî ya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên endazyariyê yên leşkera 99'an a Heşdê Şeibî bombeyên danandî li çend malan û hejmareke zêde ya bombeyên dijî zirêhî li "Çiyayên Mekhûlê" dîtin û pûç kirin.

Rayedarekî polîsê Iraqê li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a Wayê ya Iraqê ragihand ku ji ber teqîna bombekê li nêzikî firoşgehên navçeya "Hey El Firatê" li rojavaya Bexdaya paytexta Iraqê sê kes birîndar bûn û bo nexweşxaneya nêzikî ciyê teqînê hatin veguehstin.

Lêkolînên ji bo naskirina sebebkarên vê teqînê dest pê bûne.