El Ceferî: Ewropî dereng bi cinayeta kîmyayî ya Sedam li Helebçeyê hesiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258404-el_ceferî_ewropî_dereng_bi_cinayeta_kîmyayî_ya_sedam_li_helebçeyê_hesiyan
Wezîrê karên derve yê Iraqê li civîna ``Iraq û guhertinên navçeyî û navneteweyî`` got: Ewropî dereng bi cinayeta kîmyayî ya SEdam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê li Helebçeyê hesiyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2017 03:13 Asia/Tehran
  • El Ceferî: Ewropî dereng bi cinayeta kîmyayî ya Sedam li Helebçeyê hesiyan

Wezîrê karên derve yê Iraqê li civîna ``Iraq û guhertinên navçeyî û navneteweyî`` got: Ewropî dereng bi cinayeta kîmyayî ya SEdam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê li Helebçeyê hesiyan.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ibrahîm Ceferî li vê civînê tevî pêgiirya li ser viya ku bûyer û diyardeyên navneteweyî mîna êrîşa kîmyayî li ser Xan Şêxûna Sûriyê divê baş bên naskirin û dûra li bara wan biryar bê dayîn û got: Piştî 15 salan ewropî pê hesiyan ku cinayetên li Helebçeyê ji aliyê Sedam va bûye û destê Îranê têda tunebûye.

Bombarana kîmyayî ya Helebçeyê di 15`ê Adara 1988`an ji aliyê rêjîma hilweşiyayî ya Beisa Iraqê va pêk hat.

El Ceferî li bersiva pirsekê li vê civînê li bara amadebûna Îranê li Iraqê, got: Îran û Çîn berî hevpeymaniya navneteweyî ya têkoşîna dijî DAIŞ`ê bi serkirdayetiya Amerîkayê di sala 2014`an da hatin hawara Iraqê.

Ibrahîm Ceferî got: Îran welatekî bihêz li navçeyê ye û niha li şerê dijî DAIŞ`ê bi hemî şiyana xwe li kêleka Iraqê rawestiyaye.

Ceferî li bara nakokiyên Iraqê digel Tirkiyê jî got: Ev nakokî hema wisa li ser destwerdana li karên navxweyî yên Iraqê û ketina çekdarên wî welatî bo bakurê Iraqê, hene.