Bexda daxwaza peywendiyên hevseng tev hemî cînaran dike
Serokê komîsyona hevaltiya Îran û Iraqê li parlemana vî welatî bi weşandina daxûyaniyekê bi munasibeta kutabûna dewra xizmeta Hesen Danayîfer balyozê Îranê li Iraqê, rêz li Îranê ji ber rola piştgiriya ji dewlet û gelê Iraqê li şerê li dijî terorîzmê girt û got ku Iraq daxwaza peywendiyên hevseng tev hemî cînaran dike.
Li gorî rapora IRNAyê, Ebas El-Beyatî endamê komîsyona peywendiyên derve yên parlemana Iraqê got ku Iraq li dû peywendiyên hevseng tev hmî welatên cînar e û naxwaze ji ber welatekî dev ji peywendiyên tev welatên din berde.
Wî siyaseta dewleta Iraqê li têkiluiyên derve ser xwedûrkirina ji alozî û hevrikiyên navçeyî û navneteweyî û her wiha xwedûrkirina ji siyaseta rêzbendiyan li navçê da zanîn û got : Iraqê her tim hewl daye ku pireya peywendiyê navbera dewletên navçê çareserkirina pirgirêkên navbera wan be.
El-Beyatî her wiha diyar kir ku berfirehkirina qanûnî ya têkiyliyan li gor berjewendiyên Iraqê û serkirîna ser parastina hakimiyeta neteweyî û xebata dîplomatîk a hevseng li gorî nihêrîna rastbînane bi berçavgirtina muadileyên navçeyî û navneteweyî, yek ji hegerên berfirehkirina têkiliyên Iraqê tev welatên cînar bitaybet welatên erebî ye .
Vî endamê parlemana Iraqê gotiye ku Bexda li rojên pêşber dê bibe meydana qelebalixiya taximên biyanî jibo xebitandina sermayê û beşdariya li avedankirin û bidestxistina parek ji bazara Iraqê û salên tecrîd û dorpêça siaysî û dîplomasiya welatê wî kuta bûne.