Bexda daxwaza peywendiyên hevseng tev hemî cînaran dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258400-bexda_daxwaza_peywendiyên_hevseng_tev_hemî_cînaran_dike
Serokê komîsyona hevaltiya Îran û Iraqê li parlemana vî welatî bi weşandina daxûyaniyekê bi munasibeta kutabûna dewra xizmeta Hesen Danayîfer balyozê Îranê li Iraqê, rêz li Îranê ji ber rola piştgiriya ji dewlet û gelê Iraqê li şerê li dijî terorîzmê girt û got ku Iraq daxwaza peywendiyên hevseng tev hemî cînaran dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2017 16:42 Asia/Tehran
  • Bexda daxwaza peywendiyên  hevseng tev hemî cînaran dike

Serokê komîsyona hevaltiya Îran û Iraqê li parlemana vî welatî bi weşandina daxûyaniyekê bi munasibeta kutabûna dewra xizmeta Hesen Danayîfer balyozê Îranê li Iraqê, rêz li Îranê ji ber rola piştgiriya ji dewlet û gelê Iraqê li şerê li dijî terorîzmê girt û got ku Iraq daxwaza peywendiyên hevseng tev hemî cînaran dike.

 Li gorî rapora IRNAyê, Ebas El-Beyatî endamê komîsyona  peywendiyên  derve yên  parlemana Iraqê got ku Iraq li dû peywendiyên hevseng tev hmî welatên cînar e û naxwaze ji ber welatekî  dev ji peywendiyên tev  welatên din berde.

 Wî siyaseta  dewleta Iraqê li têkiluiyên  derve ser xwedûrkirina  ji alozî û  hevrikiyên  navçeyî û navneteweyî û her wiha xwedûrkirina ji  siyaseta  rêzbendiyan li navçê da zanîn û got : Iraqê her  tim hewl daye ku  pireya peywendiyê navbera dewletên navçê çareserkirina pirgirêkên  navbera wan be.

El-Beyatî her wiha diyar kir ku berfirehkirina qanûnî ya têkiyliyan li gor berjewendiyên  Iraqê û serkirîna ser parastina  hakimiyeta  neteweyî û xebata dîplomatîk a hevseng li gorî nihêrîna  rastbînane bi berçavgirtina  muadileyên  navçeyî û navneteweyî, yek ji hegerên  berfirehkirina  têkiliyên  Iraqê tev welatên  cînar bitaybet welatên  erebî ye .

Vî endamê parlemana Iraqê gotiye ku Bexda li rojên pêşber dê  bibe meydana qelebalixiya  taximên  biyanî jibo xebitandina  sermayê û beşdariya li avedankirin û bidestxistina  parek ji bazara Iraqê û salên  tecrîd û dorpêça siaysî û dîplomasiya welatê wî kuta bûne.