Neyariya Bexdayê li hemberî xebata komîta pêderxistina rastîyên çekên kîmyawî li Iraqê
Baylozê Iraqê li Rûsiyayê ragihand ku Bexda neyarê pêşniyara Moskowayê û Pikenê li ser xebata komîta kifşkirina rastiyan li ser êrişên kîmyawî li Iraqê ye.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Iraqê neyariya xwe li ser xebata komîta kifşkirina rasiyan li bara bikarbirina çekên kîmyawî li vî welatî ragihand.
Heyder Mensûr Hadî El-Ezarî baylozê Iraqê li Rûsiyayê li gotûbêja xwe ya tev Sputnîkê ragihand ku Bexda neyarê pêşniyara Moskowayê û Pikenê li ser xebata komîta kifşkirina rastiyan li ser êrişên kîmyawî li Iraqê û li kêlega Sûriyê ye.
Baylozê Iraqê li Rûsiyayê destnîşan kir; bê şik Bexda neyarê vê pêşniyarê ye ji ber ku rûdawên ku roja îro li Iraqê diqewimin tev rûdawên nav Sûriyê bi hevra ferq dikin.
Wî ragihand ku Iraqê neyarê lêkolînkirina li ser êrişên kîmyawî nîne lê neyarê xebata komîta kifşkirina rastiyên li ser êrişên kîmyawî li Iraqê ye, ji ber ku li Sûriyê dewleta Şamê û neyaran hevdu tawanbar dikin lê li nav Iraqê hemû aliyên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê şer dikin û kes nikare dewleta Bexdayê tawanbar bike.
eyder Mensûr Hadî El-Ezarî ragihand ku tu belge li ber dest da tune ku nîşan bide dewleta Iraqê ji çekên kîmyawî istifade kiriye û eger belgeyekî wiha heye , bila radestê dewleta Iraqê bikin.