13 têrorîst li Mûsilê hatin kuştinê
13 têrorîstên din ên DAIŞ`ê li rexê rastê ê bajarê Mûsilê hatin kuştinê.
Raid Şakir Cewdet fermandeyê polîsên fêdêral ê Iraqê got: Hêzên polîsên fêdêral bi piştgirîya pişka zêrêhî ya artêşê li mêhwera Bab ul Cedîdê ber bi mizgevta Nûrî li pişka kevnar a şarê Mûsilê va pêşda çûn û 13 têrorîst kuştin û 7 maşînên bombekirî jî têk birin.
Li gorî nûçeyeke din, mizgevta ku serkirdê DAIŞ`ê têda xutbe dixwend li ber azadkirinê ye.
Di navbera hêzên iraqî û têrorîstên DAIŞ`ê da vê sibê li derdora mizgevta Nûrî li rojavaya Mûsilê ku tê gotin serkirdê DAIŞ`ê li wir xutbe xwend, pevçûneke giran derket.
Wezareta Berevanîyê ya Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihand ku 20 têrorîstên DAIŞ`ê di encama êrişên hewayî yên duh ên artêşa Iraqê li rojavaya şarê Mûsilê da hatin kuştinê û topxaneyeke vê komê li devera Sabûnîyê jî hat têkbirinê.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê jî depoyên xwîn û dermîn li devavê rast ê Mûsilê li nêzîkî devera Meşîrefê girêdan û personelên wan jî girtin.