Pêkutîya ser hilanîna alaya Herêma Kurdistana Iraqê ji ser avahiyên îdarî li Kerkûkê
Nûnerê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê ragihand ku riya herî baş bona çareserkirina kirîza di navbera Hewlêr û Bexdayê da eva ye ku alaya Herêma Kurdistana Iraqê bêyî tu şert û mercekî ji ser avahiyên Kerkûkê bê hilanîn.
Li gor rapora ajansa nûçan a netewî ya Iraqê, Mensûr Beyîcî nûnerê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku pêwîst e ku aliyên kurd li parêzgeha Kerkûkê dest ji biryarên yekalî berden.
Beyîcî bal kişande ser viya ku berçavnegirtina hêlên sor li Kerkûkê dê bibine sebeba alozbûna rewşa vê parêzgehê got: Her cure aloziyek ku li Kerkûkê çê bibe li vê parêzgeha ku Kurd, Ereb û Tirkeman têda dijîn eva ser qazanca tu aliyekê nîne.
Mensûr El-Beyîcî bal kişande ser iya ku gor xala 140 a qanûna bingehîn a Iraqê her cure giştpirsiyek li bara zeliqîna Kerkûkê bo nav Herêma Kurdistana Iraqê, dijî qanûna bingehîn e got: Ji ber ku Konseya parêzgariya Kerkûkê selahiyeta biryargirtinê li bara babetên hakimiyetî li Iraqê tune, xebatên wiha yên wekî rakirina alaya Herêma Kurdistana Iraqê li ser avahiyên Kerkûkê jî karekî neqanûî û bê erziş e.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî bilî diyarkirina neyariya xwe li bara birêketina giştpirsiya li ser çarenivîsa Kerkûkê ku pişkek ji axa vê parêzgahê hîn di destê terorîstên DAIŞ`ê daye got: Dewleta Iraqê hemû eşîretên ku li nav Kerkûkê dijîn bi çavekê dibîne û tu ferq û cudatiyek li vê barê tune.