Azadkirina sedî 75 ji rojavaya Mûsilê
Hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê sedî 75 ji pişka rojavaya vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ,mizgefta Nûrî û minareya dîrokî ya El-Hedba jî ji destê terorîstan azad kirin û hatiye ragihandin ku sedî 75 ji rojavaya vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatiye azadkirin.
Mizgefta Nûrî her ew mizgefta ye ku bo cara yekem Ebûbekr Bexdadî serkirdeyê terorîstên DAIŞ`ê li Hezîrana sala 2014 li wê derê xelafeta xwe ragihand.
Li gor nûçeyekî din ji Iraqê, firokên şerî yên vî welatî navçeyeke sînorî li parêzgeha El-Enbarê kirine hedefa êrişên xwe ku ji ber vê êrişê navendeke bombeçêkirinan li wê derê hate şewitandin û 14 terorîstên DAIŞ`ê jî hatine kuştin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.
Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.