Têkbirina çend meqerên DAIŞ`ê li Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258240-têkbirina_çend_meqerên_daiŞ_ê_li_mûsilê
Balefirên cengê yên iraqî li dewama bombebarana meqeran û navendên grûpa terorîstî ya DAIŞê li çend operasyonên li dû hev, êriş kirin ser terorîstan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2017 09:18 Asia/Tehran
  • Têkbirina çend meqerên DAIŞ`ê li Mûsilê

Balefirên cengê yên iraqî li dewama bombebarana meqeran û navendên grûpa terorîstî ya DAIŞê li çend operasyonên li dû hev, êriş kirin ser terorîstan.

 Li gorî rapora Al-Alamê, li gorî ragihandina  amara  navenda  lêzanîn û lêkolînên  hêza hewayî ya Iraqê , balefirên cengê yên Iraqê li operasyoneke  navenda ewlehiyê ya grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça El-Mehlebiyê ya Tileferê li Mûsilê têk birin ku li encama wê hejmarek ji  terorîstan ji wan serkirseyekî ewlehiyê yê wan  hatin kuştin.

 Balefirên cengê yên  artêşa Iraqê her wiha  navenda  hatû çûyîna  serkirdeyê eskerî yê DAIŞê li navçeyên  rojava  ya Mûsilê û Badoşê têk birin û hejmarek ji terorîstan li navça  El-Hermatê li Mûsilê hatin kuştin.

  Balefirên  artêşa Iraqê bi êrişa ser kargehekek bombedanînê  ya DAIŞê li Mûsilê ew têk birin. Terorîstên  DAIŞê li van kargehan  bombeyan li nav trimbêlan bi cih dikin û wan jibo teqndinê dişînin  Mûslê.

 Hêzên iraqî sebekarê, sebebkarê intiharî yê DAIŞê ku dixwest  li nav  awareyên iraqî li Mûsilê biteqîne , kuştin.

 Pêşdeçûnên hêzên iraqî li şerê li hember terorîzmê li eniya rojava Mûsilê li parêzgeha Neynewayê tim didome.

 Operasyona azadkirina rojava Mûsilê ji lepên  grûpa treorîstî ya DAIŞ`ê ji 19 sibata 2017an  destpê bûye.