Pêşdeçûna hêzên iraqî li Mûsilê û lawazkirina grûpa DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258196-pêşdeçûna_hêzên_iraqî_li_mûsilê_û_lawazkirina_grûpa_daiŞ_ê
Aerêşa Iraqê ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê kontrola zêde ji sê çarekê navçên ku li vî welatî dagir kiribû ji dest daye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2017 15:13 Asia/Tehran
  • Pêşdeçûna hêzên iraqî li Mûsilê û lawazkirina grûpa DAIŞ`ê

Aerêşa Iraqê ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê kontrola zêde ji sê çarekê navçên ku li vî welatî dagir kiribû ji dest daye.

 Li gorî rapora El-Alamê, hêzên iraqî îro li dewama operasyona azadkirina  bajarê Mûsilê bi êrişa ser meqerên grûpa DAIŞ`ê, çar navendên  kombûna treorîstan têk birin û herîkêm 10 kes ji terorîstên DAIŞ`ê kuştin.

 Hêzên iraqî li hefteyên buhurî êrişên xwe ser terorîstên DAIŞ`ê li beşa rojavaya  Mûsilê zêde kirine.

 Li gor nûçeyeke din, Yehya Resûl, berdevkê artêşa Iraqê got: Grûpa teorîstî ya DAIŞ`ê di rewşa niha kêmtir ji 30 hezar Kîlomitrên çarkunc ji axa Iraqê dagir kiriye.

 Ev di rewşekê de ye ku  li sala 2014`an  vê grûpê zêde ji sedî 40`ê axa Iraqê dagir kiribû.

 Li gor nûçeyeke din, sertîp Yehya Resûl berdevkê fermandehiya  operasyona  hevpar a Iraqê got : Operasyona  eskerî li kêleka rastê ya bajarê Mûsilê bi baldarî pêşde diçe da ku rê nedin grûpa treorîstî ya DAIŞ`ê xelkê wek mertala însanî bi kar bîne.

 Sertîp Yehya Resûl berdevkê fermandehiya operasyoan hevpar a Iarqê got : `Minareya El-Hudebayê` ji midehek berî niha ve hatiye dorpêçkirin lê hemî dizanin ku  ev minareya  li navenda beşa  kevnare  ya bajarê Mûsilê de ye ku  qelebalix e û avah bi hev ra zeliqîne. Ji ber vê rewşê divê em  yekînên leşkirê peya bisekinin.

 Vî berdevkê li bar dema  mayî jibo azadkirina  kêleka  rastê ya Mûsilê  got: Yekînên me li gorî  plan û dema eseh a kivşkirî û şêwazên nû pêşde diçe bi taybet piştî ku  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li dû bikaranîna  welatiyan wek mertala însanî ye.

Wî destnîşan kir: Em lez nînin û tenê demê dixweze bi taybet ku DAIŞ`ê li halê têkçûnê ye.