Pêşdeçûna hêzên iraqî li Mûsilê û lawazkirina grûpa DAIŞ`ê
Aerêşa Iraqê ragihand ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê kontrola zêde ji sê çarekê navçên ku li vî welatî dagir kiribû ji dest daye.
Li gorî rapora El-Alamê, hêzên iraqî îro li dewama operasyona azadkirina bajarê Mûsilê bi êrişa ser meqerên grûpa DAIŞ`ê, çar navendên kombûna treorîstan têk birin û herîkêm 10 kes ji terorîstên DAIŞ`ê kuştin.
Hêzên iraqî li hefteyên buhurî êrişên xwe ser terorîstên DAIŞ`ê li beşa rojavaya Mûsilê zêde kirine.
Li gor nûçeyeke din, Yehya Resûl, berdevkê artêşa Iraqê got: Grûpa teorîstî ya DAIŞ`ê di rewşa niha kêmtir ji 30 hezar Kîlomitrên çarkunc ji axa Iraqê dagir kiriye.
Ev di rewşekê de ye ku li sala 2014`an vê grûpê zêde ji sedî 40`ê axa Iraqê dagir kiribû.
Li gor nûçeyeke din, sertîp Yehya Resûl berdevkê fermandehiya operasyona hevpar a Iraqê got : Operasyona eskerî li kêleka rastê ya bajarê Mûsilê bi baldarî pêşde diçe da ku rê nedin grûpa treorîstî ya DAIŞ`ê xelkê wek mertala însanî bi kar bîne.
Sertîp Yehya Resûl berdevkê fermandehiya operasyoan hevpar a Iarqê got : `Minareya El-Hudebayê` ji midehek berî niha ve hatiye dorpêçkirin lê hemî dizanin ku ev minareya li navenda beşa kevnare ya bajarê Mûsilê de ye ku qelebalix e û avah bi hev ra zeliqîne. Ji ber vê rewşê divê em yekînên leşkirê peya bisekinin.
Vî berdevkê li bar dema mayî jibo azadkirina kêleka rastê ya Mûsilê got: Yekînên me li gorî plan û dema eseh a kivşkirî û şêwazên nû pêşde diçe bi taybet piştî ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li dû bikaranîna welatiyan wek mertala însanî ye.
Wî destnîşan kir: Em lez nînin û tenê demê dixweze bi taybet ku DAIŞ`ê li halê têkçûnê ye.