Serokkomarê Iraqê: Rêçareya çareserkirina nakokiyan, pêbendiya li qanûna bingehîn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i258152-serokkomarê_iraqê_rêçareya_çareserkirina_nakokiyan_pêbendiya_li_qanûna_bingehîn_e
Serokkomarê Iraqê, hemî hêzên siyasî yên vî welatî vexwendin ku gotûbêjê bikin û li ser pêwîstiya pêbendiya li qanûna bingehîn sekinî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2017 11:21 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê: Rêçareya çareserkirina nakokiyan, pêbendiya li qanûna bingehîn e

Serokkomarê Iraqê, hemî hêzên siyasî yên vî welatî vexwendin ku gotûbêjê bikin û li ser pêwîstiya pêbendiya li qanûna bingehîn sekinî.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Sûmêriye News`ê, Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê, roja duşemiyê li rêûrisma rêzgirtina şehadeta Mihemed Baqir El Sedr, got: Xelkê Iraqê li deheyên buhurî bi dîktatoriyekî re rûbirû bûye ku ewna neçar kirin ku bona serêxwegirtina azadî û kerameta însanî û jordaanîna dîktatoriya bikîn canê xwe bidin.

Fuad Mesûm got: Xelkê Iraqê niha bi cinayet û xeterên terorîsmê re rûbirû ne ku dibe sedem jibo parastina ewlehiya welêt  û jiyana bextewer, canê xwe fîda bikin. Serokkomarê Iraqê, li ser piştgiriya ji pêvajoya demokratîk, bi serekebûna esla welatîbûnê û rêzgirtina mafên hemî welatiyan sekinî.

Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê jî di vê rêûrismê de got: Cîhan li hember serketinên hêzên Iraqê li hember DAIŞ`ê matmayî maye û hinek, van serketina mûcîze dizanin.

El Ebadî bal kişand ser rakirina alaya Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê di vê demê de û got: ``Rakirina alaya Kurdistana li hin navçeyên Kerkûkê di vê demê de hin pirsan têxe rojevê ji ber ku hin kes dixwezin bi vî karî nakokiyên di navbera Ereb û Kurdan zêde bikin``.

Nûrî El Malikî, alîkarê serokkomarê Iraqê jî bal kişand ser pîlanên dijminan û hişyarî da: ``Hemî xelkê Iraqê niha bi dewletê hevkariyê dikin û kes nikare ji qada berpirsyariyên xwe derkeve``.