Jordaxistina balafireke bêpîlot a DAIŞ`ê li Iraqê
Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê ( Heşdi Şeibî) balafireke bêfirokevan a Koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê jorda xistin.
Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, hêzên Heşdi Şeibî balafireke bêpîlot a têrorîstên DAIŞ`ê ku li devera azadkirî ya Badoşê li rojavaya Mûsilê sîxorî dikir, têk birin.
Li gorî daxûyanîya hêzên Heşdi Şeibî, van hêzana imkanên xwe li warê balafirên bêfirokevan zêde kirine û li şerê pêşerojê yê alavên dîcîtal bikar bîne ku dijmin xafil dikin.
Li dewama daxûyanîya hêzên Heşdi Şeibî hatîye: Zêde ji 60 malbatên aware li devera Hezerê li rojavaya Mûsilê, bi destê hêzên Heşdi Şeibî hatin rizgarkirinê.
Hêzên Heşdi Şeibî roja 23`yê Adarê kutabûna erka xwe ya leşkerî li Mûsilê ragihand û pêkutî kir: Hemî armancên kifşkirî serê xwe girtine û derbên giran li DAIŞ`ê xistine.